26 Ekim 2017 Perşembe

DEPEÎZM


           Herçiqasî serenav bişibe ‘çirûskizm’a Renas Jiyan jî ne wekî wî ye, lê rojekî bibejî baş dibe çima nebe? Ji bo wê jî divê ji dereke dest pê bikim. Mijara Depeîzm jî ji axaftin û ergatîvîte dest pê kir. Tê zanîn ku deverên ku li ber çemê Firatê rêz bûne xwedî ergativîne lê ji wan hîn bajar hene ku devoka wan wekî zimanê biyanî tê hesibîn. Yek ji wan jî Depê ye ew jî bû derketina Depeîzmê  

               Cara ewil peyvên cuda di sala 2009an de li Hetayê dema ku min zanîngeha 2 salan dixwend bihîst. Ji ber ku cara ewil min Dîyarbekirî, Rihayî, Sêrtî û hwd. naskir. ‘Çerêyî’ ya me ji navçeya me derketiye bûye ‘Çawayî’, ‘Çext’a me jî bûye ‘Kengî/Kîngî’, lê ecebmayîna min herî zêde di peyva ‘Quzzilkurt’ê de bû min şerm dikir dema ku hevalan wî peyvî kardianîn, lewra me digot ‘Qottik’ û di carekî de ji devê mirov derdiket wekî bêhvedanekî û hîn jî ‘Qottik’ şekir e bi ya min. Piştre ji ‘xang’ê re derveyê Depê de digotin ‘Xwîşk/ Xwa’ herçiqasî min ji mezinên malbatî navê ‘Xuçça Gulizar’ bibîhisim jî û ji wan wateya ‘xuççê’ hîn bibim jî xang xweşiktirîn e bo min.Tabî piştre dem guherî, ez guherim herî dawî hatim Mêrdîn di wî navberê de dîsa bi stran û kilaman gelek peyv hat guherîn wekî ‘Sûketin’  ango ‘Xeyidîn’ çi digot Delîl ‘’şuşa dile min şikestî ez xeyîdim e’’ ha ji bîr nekim ba me ji dewsa peyva ‘şikestin’ zêdetir peyva ‘firiya’ tê karanîn’, ‘firandin’ û ‘firdan’ cuda ye. 

     Li Mêrdîn hîn jî devoka min ecêbeke dema ku di dewsa ‘heb’ê de ‘tene’ bi kar tînim dibim tinazê hevalan, û tinaz jî di Depê de ‘boqanî’ye bi wî awayê here nivîs bibe ferhengokek jixwe armanca min piçek jî ew e, peyvên dibe ku nehatiye bihîstîn were bihîstîn.

         Li Mêrdîn jî  ji ber ku li cîhekî ku êdî kurdbûyin û kurdî tê de têkçûye hatim e-herçiqasî li Depê hîn sekeratê de bibe jî encamê de têkçuye-û him jî çîroka hatina min (ew jî bibe mijarekî din) min berçav dikir û dike, mamosteyekî min ji bo cîhê ku ji wê derê hatime re digot ‘tampon bölge (bi kurdiya aqademîk herema parêzk)’, mamosteyekî min jî digot ‘Hûn kurdê îstenbolê ne’. Tespîtên xweş in ha! Lê dibe jî em kurdên arîstoqrat in ma çi yê me kêm e?

          Ji zaroktiyê de meraqa min li ser hîn tiştên çandî û zimanî hebû min gelekî tişt bi mereqdariya zarokatî jê dipirsiya lê xwezî derfet hebûna ku qeyda wan bigirtama mixabin çû û çû. Nizanim lê îxtîmalek e encama ew meraqa min hanî Mêrdîn, na na ne bi armancekî ‘devoka me bibe kurdiya standart’ lê fikrekî baş e ha! Bijî Depeîzm! Henekên sar li aliyekî Xwedê îznê bide ez jî ji xwe re bikim kar êdî li ser peyv, bêje stran û hwd. anku bi kurtasî hema di derbarê Depê de çi hat bîra min binivîsim. Lewra dizanim ku xezîneyekî nekifşkirî ye û dixwezim bi devokî jî binivîsim wekî ku dizê hingivê gotiye viz viz ji we hingiv ji min…




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder